Serok wezîrê Israelî Ehud Olmert dibêjit wî ferman daye leşkirî da xwe amade biket bu encamdana hêrişeka mezin dijî çekdarêt Felestînî li Xeze, piştî revandina serbazekê Israelî.
Birêz Olmert roja duşembî li Urşelîmê gote rêberêt kardarî ku ew li revankarêt wi serbazê Israelî xweş nabit.
Wî got serokatîya Felestînî biramber bi selametîya wi serbazî berpirsyarin.
Kabîneya hikumeta Israelî şeva yekşembî kombuneka tengavî girê da bu bas kirna zincîreka operasyonêt leşkirî dijî çekdara li Xeze, lê kabînê biryar daye ku wan operasyona ragirit da li berahîyê bi rêkêt diplomasy wî serbazî azad biken.