Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Îsraîlê xwe ji bo êrişa ser Xezze amade diket


Îsraîlê, paş revandina serbazekî wê, hemî sînorgehên li ser tixûbê devera Xezze dayêxistîne û leşkerê xwe li ser tixûbî komkirîye.

Serokwezîrê Îsraîlê Ehud Olmert ferman da leşkerî ku xwe ji êrişekî ra amade biket û daxwaza revînkaran red kir ku hemî girtîyên jin yên Filistînî berdet.

Hate ragehandin ku Filistînîyên li Xezze xwe bo şerrî hazir diken. Welatên Yêkgirtî yên Amerîka û Yêkitîya Ewrûpî riştîyê ji her du alîyan diken ku wê pirsê bi dîplomasîyê, ne bi şer û lêkdanê, çareser biken.

Karbidestên Filistînî dibêjin di peqîyaneke li devera Xezze da mîlîtanekî Hemasê hatîye kuştin, du kesên dî jî birîndar bûyne. Sebebê teqîyanê rohn nîne. Leşkerê Îsraîlê dibêjît rast nîne ku wî dest digel wê bûyerê hebû.

Karbidestên Filistînî roja Sêşembî got komelên hevrik Hamas û Fetih li ser nexşeyekê rêkkeftîne ku tête me’na pênasîna bi Îsraîlê. Ew rêkkeftin li dawîya danûstandinên bi girjî yên bi heftîyan linav Serokê Desthilatdarîya Filistînîyan Mehmud Ebbas ji Fetih û Serokwezîr Îsmaîl Haniyeyê ji Hemasê ye.

Hêj rohn nîne ka bi hûrkarî çi di wê rêkkeftinê daye. Çaverê tête kirin ku ragehandina fermî îro bête kirin. Hemasê berî niha red kiribû ku pênasînê bi Îsraîlê biket.

XS
SM
MD
LG