Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Israel mercêt çekdarêt Felestînî jibu azad kirna serbazekê Israelî ret diket


Israel mercêt wan çekdarêt Felestînî ret diket ku serbazekê Israelî revandye.

Çekdara ragehand ku Israel tivye yek hizar girtîya azad biket û hêrişa xwe bu ser Xezze ragirit.

Peyvdarekê wezareta derve roja şembî ragehand ku serok wezîrê Israelî Ehud Olmert dîsa gotye ku çi rêkeftin digel çekdara nahête kirn.

Li Waşinton, serok George Bush got azad kirna serbazê Israelî pêngaveka giringe bu çareser kirna kêşeya nuha.

Ji layekê dîve, serok wezîrê Tirkîye Recep Teyib Erdogan roja şembî rexine ji Israelê girt ji bu desteser kirna karbidestêt hikumeta Felestînî wekî bersivekê bu revandina serbazekê Israelî.

XS
SM
MD
LG