Polîsê Iraqî ragehand ku çekdaran 7 kes li nav otobîsekê kuştin li taxekê Bexda ku piranya rîniştevana Erebêt Sunnî ne, piştî peqîna çend otombîleka li taxekê Erebêt Şî’e li paytextî, ku têda heşit kes hatine kuştin.
Ev hêrişeş dawîtirîn kiryarê tondûtîjî ye li zincîreka hêrişêt tîreyî ku têda nizîkî 60 roja yekşembî hatine kuştin.
Li Waşinton, peyvdarekê Seraya Sipî got ew hêriş cihê qebulê nîne.
Li bakora Iraqê, serok wezîr Nurî El-Malikî gotarek pêşkeşî perlemanê Kurdistanê kir û daxaz ji Iraqîyan kir da yekrîz bin û piştevanya hikumeta yeketîya niştîmanî biken.
Her li bakora Iraqê û li bajêrê Kerkukê hêrişberekê xwekuj otombîla xwe bi baregehê Yeketîya Niştîmanya Kurdistanê peqand û bi kêmî sê kes hatine kuştin.