Israelê hêriş kirye ser du bingehekêt asmanî yêt Lubnanî nizîkî tuxîvê Surya, çend demjimêreka piştî encamdana hêrişeka asmanî bu ser firokexana Beyrutê û ragirtina hatin û çûna asmanî û deryayî ji bu Lubnanê.
Ev hêrişeş pişkeke li bizaveka leşkirê Israelî bu azadkirna du serbazêt Israelî ku ji layê çekdarêt Hizbullah roja çarşembî hatine revandin.
Firokexana nêvneteweyî ya Lubnanê. Israelê herwesa hêriş kire ser kenaleka televizyonê ku ji layê Hizbullah dête rêvebirin.
Hikumeta Lubnanê daxaza agirbestê kirye.
Hevdem, çekdarêt Hizbullah hêrişêt bi muşeka bu ser bakora Israelê encam da û bi kêmî du kes hatine kuştin.