Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer li başûra Libnanê germ dibît


Îsraîl êrişên ji erdî û ji hewa li dijî şerkerên Hizbullahê didomînît û li başûra Libnanê şer û lêkdan germ û gur dibin.

Li başûra Sayda -- sêyemîn bajêrê mezin yê Libnanê -- di êrişeke hewayî ya Îsraîlê da bi kêmî ve 13 gundî hatine kuştin. Ew êriş li ser gundê Xazîye bû gava ku gundîyan kuştîyên ji êrişeke berî hingê vedişartin.

Leşkerê Îsraîlê dibêjît di wî şerrî da îro sê serbazên wî hatine kuştin, pênc jî birîndar bûyne. Ew dibêjît hêzên wî li şerrê nêzîkî bajêrokê Bint Cibeyl 15 gerîllayên Hizbullahê kuştîne.

Îsraîlê îro bi belavukan hûşdarî da xelkê bajêrê Sur û başûra wî ku ew dê li her otomobîla ku diçîte başûra Robarê Lîtanî bidet. Kolanên bajêrî li dû wan belavukan vala bûn.

Hizbullahê nêzîkî 150 mûşekan havêtine bakura Îsraîlê û di wan êrişan da bi kêmî ve sê kes birîndar bûn.

Serokwezîrê Îsraîlê Ehud Olmert dibêjît hikûmeta wî dê sibê biryarê bidet ka kiryarên xwe linav Libnanê hêj pêtir bi bakur ve bibet.

XS
SM
MD
LG