Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa û Amerîka pêşnîyara xwe diguhorin


Fransa û Amerîka ji nû ve dinêhrine pêşnîyara xwe bo bidawîînana şerrê linav Îsraîl û Hizbullahê û guhartinan têda diken û dîplomat dibêjin îhtîmal e ku ew kar dengdana li Civata Tenahîyê ya Neteweyên Yêkgirtî paşbiêxît.

Şandeyeke ji Komkara Dewletên Erebî roja Sêşembî li pêş Civata Tenahîyê got bila ew Civat hemdem daxwaza demûdest rawestandina şerrî û vekêşana serbazên Îsraîlî ji Libnanê biket.

Libnan li dijî pêşnivîsa yêkem ya wê biryarnameyê ya ji Amerîka û Fransayê ye ji ber ku ew daxwaza vekêşana hêzên Îsraîlê naket. Beyrût pêşnîyara şandina 15 hezar serbazan diket da ku digel hêza berfirehkirî ya Neteweyên Yêkgirtî li başûra Libnanê bixebitin û nobedarî û zêrevanîyê li tixûbê Îsraîlê biken.

Alîkarê Wezîra Derve David Welch îro li Beyrûtê bi Serowezîrê Libnanê Fuad Sînyora ra kombû. Bi dirêjî çi behsê naveroka civîna wan nehate kirin. Biryar bû ku Welch her wesa digel serokê parlamentoyê Nebîh Berrî danûstandinan biket. Berrî yêk ji piştevanên pêş yên Hizbullahê ye.

XS
SM
MD
LG