Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîlê êrişa mezin ragirt, lê şer giran e


Serbazên Îsraîlî û şerkerên Hizbullahê îro bi tundî pevçûn tevî gotina Îsraîlê ku ew dê biryara berfirehkirina êrişa li başûra Libnanê paş biêxît.

Şahid dibêjin hêzên Îsraîlî îro zû ketîne linav bajêrokê bi navê Marcayun yê Mesihîyan. Li dû peyamên ji wî bajêrokê 10 kîlometreyan linav tixûbî, hêzên bi tanq û zîrîpuşan yên Îsraîlî li bin mûşekbarana Hizbullahê pêşve diçûn. Îsraîl dibêjît di şerrî da serbazekî wê hatîye kuştin.

Karbidestên Îsraîlî dibêjin ew dê biryara xwe ya berfirehkirina şerrî linav Libnanê ragirin da ku ji bo rêkûpêkkirina hêza aştîşparêz ya navneteweyî derfetê bidene dîplomatan.

Îsraîlê roja Pêncşembî çend alîyên Beyrûtê dane ber bombeyan û Hizbullahê pêtir ji 100 mûşekan havêtine bakura Îsraîlê û li gundekî Erebên Îsraîlî du mirov kuştin.

Rêberê Hizbullahê Hesen Nasrallahî gef kiribû û gotibû ger Îsraîl êrişeke mezin biket, şerkerên wî dê başûra Libnanê bikene ‘‘goristan’’a serbazên Îsraîlî.

Çarşembî ji Îsraîlê ra roja herî bixwîn bû, 15 serbazên Îsraîlî hatibûne kuştin, 38 jî birîndar bibûn. Leşkerê Îsraîlê gotibû wî jî pêtir ji 30 gerîllayên Hizbullahê kuştîne.

XS
SM
MD
LG