Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Brîtanyayê paş pîlana pûçkirî polîs hişyar e


Wezîrê karûbarên navxweyî yê Brîtanyayê dibêjît rojekê paş girtina bergûmanên serekî yên nexşeyeke îddîakiri ji bo peqandina firrokên rewîyan linav Brîtanya û Amerîka, pileya hişyarîyê ya hêzên parastinê ji xetera êrişeke terorîst li pileya bilind e.

Wezîr John Reid roja Eynî got ew piştrast in ku wan bergûmanên serekî yên wê pîlanê girtîne, lê divêt lêkolîn berdewam bît. Wî her wesa pesna Pakîstanê da ji ber rola wê ya mezin di aşkerakirina wê nexşeyê da.

Karbidestên Brîtanî roja Pêncşembî 24 kesên bergûman girtin. Karbidest dibêjin çêdibû ku wan bi tenê çend rojên dî bi kelûpelên teqandinê yên rohn ve heta 10 firrokeyên kompanîyên Amerîkî li ser rêya Amerîka peqandiban.

Banqeya Brîtanî pareyên 19 ji wan bergûmanan desteser kirîne. Bawerî tête kirin ku pirranîya wan bi eslê xwe Pakîstanî ne.

Raport li Amerîka û Brîtanyayê dibêjin polîs li pênc kesên dî digerin.

Parastin li balefirgehên li seranserî dinyayê xurt e. Karbidestên Amerîkî nahêlin ku rêwî tiştên rohn bi xwe ra bibene linav cihê runiştinê yê firrokê.

XS
SM
MD
LG