Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Annan bawer e ew dê hêzekê ji bo Libnanê bi destvexe


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Kofi Annan dibêje ew bawer e wê di demeke nêz de hêzeke bi 15 hezar aştîperezan li Libnanê dest bi çavdêrîya ragirtina şerê di navbera Îsraîl û Hîzbullah de bikin.

Rêzdar Annan roja înê li Brukselê bi wezîrên derve yên Yektîtîya Ewropa re kom dibe. Berî kombûnê got ew bawer e ku ewê jimareke serbazan ya têra wê hêzê bi dest bixe.
Serokê Fransa Jacques Chirac jî îro got pêdivîya wê hêzê bi 15 hezar aştîperezan nîne. Bi gotina wî ev hejmar zêde ye.

Fransayê roja pêncşemê du hezar kes li jimara hêza aştîperez zêde kiribûn. Îro în komeka nêzî 150 aştîperezên Fransî gihîştine bajêrokê Naqura ya kenar derya li başûra Libnanê.

Îtalya nêzî sê hezar aştîperezên xwe pêşkêşî vê hêzê kiribûn. Hîvî heye ku gelek welatên din yên Ewropî wek Polonya û Îspanya jî aştîperezan bişînin

Hêj nedîyar e ka kîjan welat wê komandarîya wê hêzê bike. Fransa û Îtalya herdu dixwazin serokatîyê bikin. Karbidestên Îtalî îro di hevpeyvînên rojnameyan da pêşnîyara komandarîyeke hevbeş kir.


XS
SM
MD
LG