Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serbazên Iranê peyamnêreke Kurd kuşt


Ajansa Nûçeyan A Firatê (ANF) ragihand, meha buhurî , serbazên Îranê peyamnêra wan a bi navê Ayfer Serçe (Şîlan Aras) kuştiye dema wê dixwest nûçe çêke. ANF ku navenda wê li ewrûpa ye, her weha diyar kir Ayfer Aras li der û dora herêma Kelêreþ a bi ser devera Çiyayê Qendîlê li ser sînora Tirkiyê û Îranê di dema êrîşên serbazên Îranê de hatiye kuştin. ANF got peyamnêra wan li ser karê xwe atiye kuştin û ew ji bo ku xwekuştinên jinan lêkolîn bike çûbû îranê ku di van demên dawî de li herêmê bûyerên xwekuştinê zêde bûne.

Peyamnêra ANFê sê heftê li bajarên Urmiye û Mahabadê lêkolinê kiriye û paşê çûye wê herêmê da ku li gundan lêkolînê bike. Ji aliyê din de jî Rêkxistina Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF) ku navenda wan li paytexta Fransa Parîsê ye, ji dewleta Îranê xwest ku sebaret bi kuştina peyamnêr Ayfer Serçe daxuyaniyek bide.

Rojnamegerên Sînor Nenas got ew li ber kuştina vê rojnamegera ciwan ketine û ew li bendê ne ku rayedarên îranê vê bûyerê bi giştî eşkere û rûn bike. Rêkxistina Rojnamegeran her weha bi bîr xist ku Malbata Ayfer Serçe ji bo ku termê keça bigirin çûne nexweşxaneya Selmasê lê ji wan re hatiye gotin ku termê keça wan ji aliyê serbazên Îranê ve hatiye girtin û her weha malbat tûşî lêpirsîn û astengiyên hêzên Îranê bûne.

Her weha çapemeniya Kurd jî li dij kuştina Ayfer Aras nerazîbûn nîşan da. Hevkarên Aras ji bo wê peyamek pêşkêşþ kir û xemgîniya xwe anîn ziman. Di peyamê de hat gotin "Em êrîşa Îranê bi nefret şermezar dikin. Şilan wekî gelek hevalên me yên din şehîda çapemeniyê ye. Ala ku wê hişt em dê hildin.” Rojnameya Ulkede Ozgur Gundemê ku li Tirkiyê weşanê dike bi daxuyaniyeke kuştina Aras şermezar kir û got ewê têkoşîna wê bidomînin.

Hêjayî gotinê ye, Şîlan Aras ku xelkê Wêşanşar a Ruhayê ye, sê salan wek peyamnêra Ermenîstanê ya Ajansa Nûçeyan ya Mezopotamya û ANF kar kiriye û paşê jî çûye herêma Kurdistanê ya li îraqê ku ev du sal in li wê derê kar dikir.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG