Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tondûtîjî li Iraqê berdewame


Polîsê Iraqî ragehand ku bombek li nav otobîsekê peqî nizîkî hotêleka Bexda û bi kêmî pênc kes hatin kuştin.

Polîs ragehand li ew peqîna evro şembî, ku nizîkî hotêla Felestîn li Bexda çêbu, bi kêmî 14 kesêt dî birîndar bun.

Her evro otombîlek li dervey nivîsingeha rojnameya El-Sebah ya ser bi hikumetê li bakora Bexda peqî û du kes hatin kuştin û 20 kesêt dî birîndar bun.

Xirapkara zor cara rojnamevanêt ku bu dezgehêt ragehandinêt ser bi hikumeta Iraqî kar diken kirîne armanc.

XS
SM
MD
LG