Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Kofi Annan ji Îsraîlê xwest ku dorgirtina li ser Libnanê ya ji hewayê û ji behrê rake. Serokwezîrê Îsraîlê dibêje ew dorgirtin wê bê rakirin dema ku rawestana şer bi temamî be bi cîh anîn û Hizbullan herdu serbazên Îsraîlê berde.
Kofi Annan di nav gera xwe ya rojhilata navîn de piştî ku ji Libnanê çûbû Îsraîlê, îro çarşem bi rêberên bilind yên Îsraîlê re kom bû. Rêzdar Annan berî ku di nav van çend rojan de here Urdun, Îran û Sûrî, bi serokê Filistînê Mehmud Abbas re peyivî.
Rêzdar Annan li danûstendinên bi karbidestên Libnanê re behsa xemeke Îsraîlê kiriye ku Îsraîlî jê re gotine eger ew dorgirtinê rakin wê Hizbullah karibe çekan bi destvexe. Wî herwisa bi endamên bilind yên hikumeta Libnanê re ku hin ji wan nunerên Hizbullahê bûne, mesela girtîyên Îsraîlê jî peyivîye.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî herwisa ji Îsraîlê xwestîye ku gava pênc hezar aştîperezên Neteweyên Yekgirtî dest bi wezîfeya xwe bikin, Îsraîl jî hêzên xwe yên mayî ji Libnanê vekêşe belê serokwezîrê wî welatî ev daxwaz red kiriye dîsa bi sebeba ku heta biryarnameya Neteweyên Yekgirtî ya bi jimara 1701 bi temamî bê bi cîhanîn.