Şîretvanê parastina niştîmanî yê Iraqê dibêjit desthelatdara rêberê jimare duyê giropa tîroristîya El-Qayde li Iraqê girtîye.
Mofeq El-Rubeyî roja yekşembî got hêzêt Iraqî berî çend rojekan Hamid Cum’e Ferîd El-Seyîdî girt. Wî karbidestê Iraqî cihê wî tîroristê negut.
El-Rubeyî got El-Seyîdî ferman dabî bu peqandina mezargeheka pîroza Şî’a li bajêrê Samera li heyva du.
Ew peqîn bu egera şer û lêkdanêt xînavîyêt tayfî nêvbera Şî’e û Sunnîya û bi hizaran kes hatin kuştin.
Hevdem, du serbazêt Amerîkî li peqîna bombeka birex şeqamê li rojhelata Bexda hatin kuştin.