Sikirtêrê giştî yê Netewêt Êkgirtî Kofî Annan dibêjit serokê Iranî Mehmûd Ehmedînejad piştevanîya xwe dubare kireve bu rêkeftina agirbesta Netewêt Yekgirtî ku dumahî bi kêşeya nêvbera Israel û Hizbullah îna.
Pişît kombunê digel serokê Iranî roja yekşembî li Tehran, birêz Annan got herdu alî razîbun bu bihêzkirna serdarî û serbixweya Lubnanê û pêkve kar biken bu avakirneva wî welatî.
Iran yeke ji piştevanêt serekî yêt giropa Hizbullah li Lubnanê.
Birêz Annan herwesa got serokê Iranî amadeye çareserîyeke bi rêkêt danustandinê bu kêşeya navokî ya welatê wî digel rojava vebînit.