Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kabîlê 4 sîvîl û serbazekî NATOyê hatine kuştin


Karbidesên Afganî dibêjin li Kabîlê piştî ku otomobîleke bombabarkirî bi ser karwana NATOyê ve teqîyaye çar sîvîl û serbazekî NATOyê hatine kuştin.

Karbidest dibêjin bi kêmîve sê serbazên ji hêzên NATOyê jî birîndar bûne piştî wê êrîşa duşema îro li rojhilatê li ser rêya derveyê paytextê.

Li başûr karbidest dibêjin serhildayên Talîban bişev êrîşî nivîsxaneyeke bajêrokê Garmser kirine li parêzgeha Helmand û berî ku xwe vekêşin çend demjimêr şer kirine. Karbidest dibêjin 16 milîtan û sê polîs di vî şerî de hatine kuştin.

Herwisa di kiryarekê de ji destpêka wê ya roja şemîyê û virdaye ku bi gotina NATOyê 200 milîtan hatine kuştin îro firokeyên şerrî yên NATO yê li hêzên xwe xistine û bûne egera kuştina serbazekî xwe û herwisa pê jimareke serbazên xwe jî birîndar kirine.

Kiryara Medusa bi armanca ku xirabkaran ji parêzgeha Pancawî ya Kandahar derxin hatîyê destpêkirin.

Kanada dibêje çar ji hêza wê ya di nav hêza bi rêberîya NATOyê di wê kiryarê de hatine kuştin.

Hêza bi rêberîya NATOyê dibêje polîsên Afganî zêdeyî 80 kes bi gumana ku şervanîyê ji Talîban re dikirin girtine û dîtine ku 180 kesên din jî, ji deverê revîyane.

XS
SM
MD
LG