Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibêjin Koreya Bakûr berbayî danûstendinan nakeve


Nunerê bilind yê Amerîka bo Koreya Bakûr dibêje Pyongyang qet berbayî vegera ser axaftinên şeş alî yên bo dev ji çekên navokî berde nakeve.

Alîkarê Wezîra Derveya Amerîka yê bo Rojhilata Asyayê û Pasîfîkê Christopher Hill duşema îro li Japonê got axaftinên şeş alî bi gotina wî ketîye nav “pêvajoyeke bi zehmet.”

Piştî Japonê rêzdar Hill diçe Koreya Başûr û Çînê da ku piçek ruh û can bide danûstendinên navokî.

Ev axaftin par rawestîyabûn. Pyongyang dibêje ew danûstendinan nakin heta ku Washington toleyên xwe yên aborî raneke. Amerîka digot bi sebeba ku Koreya Bakûr di çêkirin û bikaranîna pereyan de nerêkîya dike wan ev tole danîbûn ser wê.

Piştî ku Pyongyang dest bi ceribandina avêtina heft muşekan kiribû civata navneteweyî huşdarîyê li ser wê kiribû û ev ceribandin bûbûn egera xeterekê ku Koreya Bakûr bombayên navokî diceribîne û rêzdar Hill jî ji ber vê yekê ji meha hefta û virdaye li çaralîyê herêmê digere jibo danûsteninan bike.




XS
SM
MD
LG