Serok Bush dibêjît parastina Welatên Yekgirtîyên Amerîka niha ji demên kiryarên terorîstan yên 11ê Îlona sala 2001 çêtir e lê we nîne ku çi êrîşên dî li Amerîka nayêne kirin.
Bush li pêncemîn salvegera wan êrîşan êvara duşembî gotarek ji gelê Amerîka re xwand.
Serokî got neyar bi dilekî req kuştinê diken û li dijî azadî û cûdabîrîyê ne. Serok Bush got neyar bi têbînîyeke xarya ya olê Îslamê dibizivît.
Bush herwisa berevanî ji şerê Iraqê re kir. Wî got rejima Saddam Huseynî gefek bû ku çênedibû dinyayê bi pişt guhê xwe ve avêtiba.
Serok Bush got silametîya Amerîka bi encama şerê li kolanên Bexdayê ve girêdayî ye.
Lê rêberên Partîya Demokrat li Civata Senatoran senator Hary Reid, serok Bush bi naskar kir û got wî sîyaset li roja bibîrînan wan qurbanîyan ve daye û berevanîya şerê Iraqê kiriye ku piştevanên wê kêm in.
Koşka Sipî îro ew gotin red kirin û got gotara serokî alînegir bû û bitenê hest û têbînîyên xwe li ser êrîşên terorîstan tînane ziman.