Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

10 Iraqî di êrîşan de hatin kuştin


Li Iraqê karbidest dibêjin bi teqîna otomobîlan li Bexdayê û di hêrîşan de li cîhên dî li vî welatî bi kêmî deh kes hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.

Karbidest dibêjin piranîya hêrîşan bingehên polîsa kirine armanc û çend polîs bûne qurbanî.

Wezareta Navxwe ya Iraqê dibêjit hêzêt parastinê alîkarekî mezinê Ebû Eyyub El Misrî, rêberê El Qaîde li Iraqê kuştîye. Ev bi navê Ebû Cafer El Lîbî hatîye nas kirin.

Bi alîkî dî ve hêjta şahidên Kurd li dadgehkirina Seddam Huseyn û şeş xwespêrên din şahidîyên xwe didin û wana xetabar dikin bi derêxistina fermana kuştina bi dehan hezar Kurda li salên 1980an.

Li Bexdayê şahidekî gote dadgehê ku Seddam Huseyn li wî xurîya dema jê xwest kes û karên wî azad biketin piştî hatin girtin di hewla leşkerîya bi navê El Enfal da.




XS
SM
MD
LG