Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Bush li ser qanûna terorîzmê dipeyive


Serok Bush dibêje lazime Kongres qanûna li ser pirsan ji bergumanên terorê bikin bi rêya ku bi dilê wî ye derînin an jî wê pêvajoya pirskirinan bi dawî bê.

Îna îro li Qesra Sipî dema ku ji peyamhinêran re axivî rêzdar Bush got wê karbidestên agahîyê qebûl nekin ku li şûna bi qanûneke ku sînora usula pirsyar kirinê zêde dîyar nake datîne ber wan bi qanûneke ku bi standardeke bilind rêyên pirsyar kirinê datîne ber wan pirsyaran ji girtîyan bikin.

Serokî ev rêyên pirsyar kirina girtîyan bi zimanekî zelal û tund axivî dema ku ji Senata Amerîka re meseleya ku ka lazime ew baştir çewa dikarin bi bergumanên terorê re hildin û deynin û ew dadgeh bikin dihanî zimên.

Roja pêncşemê di kombûneke Senatê de plana wî hatibû red kirin û qanûnek derketibû ku li dij daxwaza serokî zêdetir mafan dide girtîyan.

Piştevanîya vê qanûna derketî ji alî sê senatorên ji partîya Komarî ya serokî ve dihate kirin ku yek ji wan John Warner bû. Herwisa yekemîn Wezîrê Derveyê serokatîya rêzdar Bushî, Colin Powell jî piştgirîya vê qanûnê dikir.

Powel digot ku “Îdî dinya şikê ji bingeha rastîya vî şerê dijî terorîzmê dike.” Serok Bush jî dibêje “qusur di mentiqa vê dîtin û bawerîyê de heye.”

Serok Bush piştevanîya wan dadgehên leşkerî yên ku berî çend salan bi fermana wî dest bi kar kiribûn dike.

Di van dadgehan de destûr nine ku kesên girtî hin agahîyên ku ji alî dewletê ve têne veşartin lê belê di dadgeh kirinê de li dij wan têne bi kar anîn bibînin û di parastina xwe de bi kar bînin.

Dadgeha Bilind ya Amerîka biryar dabû ku serok bi çêkirina sîstemeke dadgehên wisa dertê derveyê sînorên wezîfa xwe. Serok Bush jî, berê xwe dabû Kongresê ku ewnqanûneke bi kêrî domandina plana wî bê derîne.



XS
SM
MD
LG