Li Iraqê karbidestan gotin hêzên parastinê îro eynî 50 termên din dîtine li Bexdayê û jimareke kuştîyên bi vî rengî di sê rojên dawî de gihîştîye 100 kesî.
Karbidest dibêjin gelek ji qurbanîyan çav, dest û pê girêdayî bûne, teqe li serê piranîya wana hatîye kirin û herwisa nîşanên îşkence danê li ser wan terman dîyar bûne.
Duyî pêncşem peyivdarê leşkerî li Bexdayê gotibû tundûtûjî li paytexta Iraqê zêde bûne ku piranîya wan bi rêya îdam kirinê ne.
Li cîyekî din leşkerê Amerîka dibêje bi teqîna bombekê duhî pêncşem du serbazên Amerîkî hatine kuştin û yê sêyê bê ser û şûn bûye.
Her îro serbazekî marîn yê Amerîkî li herêma Anbar li rojava Iraqê hatîye kuştin di demê teqîneke din de duhî pêncşem ku li bakûra Bexdayê serbazekî din yê Amerîkî hatibû kuştin.