Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li bajêrê Sedir bi kêmî 31 kes li peqînekê da hatin kuştin


Polîsê Iraqî ragehand ku bi peqîna bombekê li bajêrê Sedir li Bexda bi kêmî 31 kes hatin kuştin û 24 kes birîndar bun.

Ev hêrişeş hevdem bu digel dest pêkirna meha pîroza Remezanê ji layê Musilmanêt Sunnî. Şî’e roja yekşembî dikene dest pêka Remezanê.

Hevdem, desthelatdarêt Iraqî dibêjin wan rêberê giropa çekdarî ya Ensar El-Sunne girtye. Wê giropê berpirsyarya xwe biramberî jimareka peqîn û serbirîna ragehandîye.

Herwesa karbidestêt Amerîkî ragehand ku welatîyekê Amerkîkî li hêrişeka bi muşeka li bajêrê Besra li başora welatî hat kuştin.

XS
SM
MD
LG