Karbidestên tenahîya Iraqê dibêjin roja pêncşemê zincîreke êrîşên li Bexdayê bûne sebebê kuştina bi kêmîve du serbazên Iraqê û birîndarkirina bi dehan kesan.
Karbidest dibêjin êrîşbirekî xwekuj otomobîla xwe ya tije bombe li ber nuqteyeke leşkerî ya kontrolkirinê teqandîye li taxa Şaab ku hê nû ji alî hêzên Amerîkî û Iraqî ve hatibû pak kirin di kiryareke tenahîyê de li paytextê. Bi wê êrîşa xwekuj jimareke serbaz û sivîl birîndar bûne.
Li Bexdayê li Beyaa jî otomobîleke bombebarkirî teqîya û jimareke muşek lêketin.
Herwisa li navenda bajêr bombeyeke li kêleka rê veşartî teqîya bi armanca lêdana polîsên nobetdarîyê dikirin.
Polîs dibêjin wan 15 cendek li deverên cûda cûda dîtine li Bexdayê ku xuyaye ew qurbanîyên tundûtûjîya tîreyî ne.
Roja çarşemê peyivdarê leşkerî General William Caldwell li Bexdayê ji peyamhinêran re got vê heftîyê li bajêr tundûtûjî bi şêweyeke tûj zêde bûne.
Ji alîkî din ve lêkolîneke ku ji alî Zanîngeha Amerîka ango University of Maryland ve hatîye kirin dîyar dike ku ji çarê sê Iraqî wisa bawer dikin ku hebûna Amerîka li Iraqê ji dêvla ku derî li ber bigre, şer dijwartir dike. Lêkolîn herwisa dîyar dike ku xelk îdî zêdetir bi hêza tenahîya Iraqê bawerin.