Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Iraqê li dora Bexda 50 cendek dîtin


Li teqekirin û hêrîşêt bomban li Iraqê bi kêmîve 15 kes hatine kuştin ku sê li wan serbazêt Iraqî bûn li Kut û serbazekî Brîtanî li Besra.

Li dewr û berêt Bexda polîsan ragihand ku wan bi kêmîve 50 term dîtine ku nîşanêt îşkence danê li ser dîyar e.

Çekdaran li naverasta Bexda 14 kes ji dikkanêt firotina komputeran revandin.

Roja yekşembî revankaran 26 kargerêt karxaneka goştî li rojava Bexda revandibûn.

Balyozê Amerîka li Iraqê Zalmey Xelîlzad kuştinkarîyêt li Iraqê dibin, bahra pitir dikete binasêt mirinê ku peywendî digel milîtanêt tîreyî heye.

Balyozê Amerîka di çavpêketineke de roja yekşembî digel bernama CNN ya bi navê "Late Edition" got pêdivîye li mehêt bên hikumeta Iraqê pitir bizavê biket ku alozkarîyêt tîreyî rawestînit.

Qanundanêrêt Iraqê evro deng da, da demê destûdarêt tengavîya li wî welatî heyveka dî berdewam bît, ewê heyva 11 ya sala 2004ê destûdarê tengavîyan li Iraqê hatîye ragihandin.




XS
SM
MD
LG