Du nujdarêt Amerîkî xelata evsalê ya Nobelê bo nujdarîyê wergirt jiber ku rêkek peyda kiriye ku çewa veguhestina cîna kontrol biken.
Li Stockholm Swêdê Civata Xelata Nobelê got Andrew Fire û Craig Mello ji ber peydakirina sîstema R.N.A. ku sala 1998ê di raportekê de belav kiribû xelata Nobel bo nujdarîyê wergirt.
Ev sîsteme girîng e bo berevanîya leşî ji mîkroban û renge bibîte dermanek bo çareserkirina nexweşîyêt giran.
Andrew Fire profesor e li Zanîngeha Stanford, pişka nujdarîyê û Craig Mello jî profesor e li xwendîngeha nujdarîyê li Massachusettsê.
Xelata Nobel ya vêcarê dê bo wan herduan bit ku evsale 1.3 mîlyon dolar in û di rêûresmekê de li Stockholm li heyva 12, Kanuna Yekê dê wergirin.