Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkîyan xelatê fîzîkê jî wergirt


Akademîya Mîrnişîna Swêdî navên wan xelatwergiran îro li Stockholmê ragehandin.

Akademîyê John Mather û George Smoot ji ber lêkolîna wan derbarê demê serê pêşîn yê avabûna cîhanê û binetarê stêr û komên stêran da xelat kirin.

Xebata şîrovekirina pêzanînên navenda esmanî ya Amerîka ji alîyê Mather û Smoot ve, piştevanîya bo teorîya ‘‘Big Bang’’ ango ‘‘peqîyana mezin’’ xurt kirîye. Ew dibêjît cîhan encama peqîyaneke mezin ya berî bi mîlyaran salan e.

Matherê 60 salî li Navenda esmanî Goddard li Amerîka kar diket. Smootê 61 salî jî li zanîngeha California li Berkeley mamosta ye.

Ew her dû dê wî xelatê bi mîlyonek û 300,000 dolaran nîvenîv biken.




XS
SM
MD
LG