Mîlîtanên Îslamî dibêjin wan desthilata dîwana Îslamî li ser du bajêrokên başûra Somalyayê danaye.
Li dû peyamên îro ji Somalyayê komela Îslamî bajêrokên Af Madow û Buale bêyî şer wergirtin. Ew her dû bajêrok li başûra benderê Kîsmayo ne, ku Îslamîyan li heftîya bihorî girtibû.
Peyivdarê koma çekdar got ew her du bajêrok ji bo berevanîya wan ji hêzên ji derve pirr giring in.
Yêkitîya Afrîqayê nexşeyek mor kirîye ji bo şandina bi hezaran serbazên aştîparez bo wî welatê ji şerrî wêran. Lê rêberên Îslamî gotîye ew dê şerrê wê hêzê biken heger hate şandin.
Wê civata bi navê Dîwana Civatên Şîretkar yên Îslamî ji meha 6 were desthilata xwe berfirehtir kirîye piştî ku çekdarên wê alîyên dî di şerrê ji bo Mogadishuya paytext da dorandîn.