Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vekolînek dibêje li Iraqê 655,000 kes mirine


Karbidestekî bilind yê Neteweyên Yekgirtî yê alîkarîya mirovahîyê dibêje tndûtûjîyê li Iraqê ranewestîyaye û îddîa dike ku rojê sed kes têne kuştin.

Jan Egeland dibêje di nav wan qurbanîyan de kesên ku ji bo bibin polîs navê xwe didin nivîsandin, dadyar û parêzvan hene. Dibêje her çiqas diçe zêdetir jin dibin qurbanîya ‘‘tundûtûjîya namûsê.’’

Egeland çarşema îro ji peyamhinêran re li Cenevre got di nav heyşt mehên buhurî de li Iraqê 315 hezar kes bêy war mane û derbeder bûne.

Herwisa îro lêkolînek dibêje ji dagirkirina Adara sala 2003 û were heta niha 655 hezar Iraqî ji ber şer hatine kuştin.

Li gorî lêkolîna ku di kovara Brîtanî ya The Lancet de hatîye belav kirin, 600 hezar kesên ku ji ber tundûtûjîyê hatine kuştin, giştîyan wan bi gulleyan mirine. Dibêje jimara kuştîyên ji ber otomobîlên bombebarkirî jî zêde bûye.

Vekolîn herwisa dîyar dike ku jimareke mirinê jî ji ber nexweşî û sebebên din bûye.

Ev jimara ku vekolîn dîyar kiriye li hember yên din gelekî bilind e.

Lêkolîn ji alî lêvekolên Iraqî û Amerîkî ve hatîye kirin û bêy ku ew bibjêrin ji xelkê pirsan kirine û ev jimar û ew jimara ku berî şer destpêbike dihate texmîn kirin dane ber hev.


XS
SM
MD
LG