Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa: Înkara Qirkirina Ermenîyan suc e


Qanundanerên Fransî qanûnek danîn ku înkar kirina qirkirina Ermenîyan ya li Tirkîye weke sûc dinirxîne.

Pêncşema îro li hember rikeberîya Tirkan endamên Civata Jêr ya Parlamana Fransa piştgirîya wê biryarê kir û li du vê qanûnê ewên ku qirkirina Ermenîyan înkar bikin wê bêne an heps kirin an jî dê ew cezayê pera wergirin.

Vêga berî ku hukmê vê qanunê bibe lazime qanun ji alî Senato û serokê Fransa Jaques Chirac ve bê pejirandin lê ev pêvajo piçekî duvedirêj e.

Tirkîye ji Fransa re gotibû eger ew ev qanûn derînin wê têklatîyên wan xerabibin û komeleyên bazirganî yên Tirkîye gefe dikin ku ew dê berhemên Fransî nekirin.

Ermenî dibêjin Tirkên Osmanî nêzî milyonek û nîv bav û kalên wan yên Fille, di navbera salên 1915 û 1923 de li ser hev kuştine di qirkirinekê de bi armanca ew ji rojhilata Tirkîye bajon derve.

Tirkîye dibêje Fransa ev mesele mezin kiriye û rewşa Ermenîyên di bin desthilata Osmanîyan de nagihîje tanga qirkirinê.



XS
SM
MD
LG