Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê bi kêmîve 19 kes hatine kuştin


Polîsêt Iraqê dibêjin li du hêrîşêt bi bomban li bakûra Iraqê bi kêmî ve 19 kes hatine kuştin.

Polîs dibêjin li peqîneke evro li Kerkuk heyşt kes hatine kuştin û li Musil hêrîşkerek xwekuj bi otomobîleke bar helgirîya bombe kirî, hêrîş kire ser polîsxanekê ku bi kêmîve 11 kes kuştin û 25 kesêt dî birîndar kirin.

Demûdest piştî hêrîşê karbidestêt Musil hatin û çûn li bajêrî berbeng kir.

Peyivdarekî leşkerê Amerîkî GeneralWilliam Caldwell got, li du heftîyêt pêşîyêt heyva Remezana pîroz alozkarî li Iraqê bîstûdu li sedê zêde bûbûn.

Leşkerê Amerîkî got roja sêşembî û çarşembî 12 serbazêt Amerîkî hatibûne kuştin li şerê digel xirabkaran û li alozkarîyên tîreyî ku zêde bûyne.

Di vê heyvê de heta nûke 70 serbaz û marînêt Amerîkî li hêrîşan û di şerrî de li Iraqê hatine kuştin.


XS
SM
MD
LG