Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgehkirina Saddam Huseynî 10 rojan hate paşêxistin


Dadgehkirina Saddam Huseynî bi tawana jenosaydê deh rojan hate paşêxistin piştî pêtir ji Kurdan şahidîya xwe dan, li runiştina îro pêncşembûyê.

Du ji şahidan gote dadgehê ka çawa hêzên Saddam gundîyên Kurd êxistîne qamyonan û ew bi şevê birine bi yabanekê û ew gulle baran kirin.

Wan gotin çend kesek rizgar bûn piştî zora nobetdaran birî û ji wan revîyayîn berî teqe destpêbiketin.

Yek ji wana got ew kete nav çaleke pirî term û xwe di nav wan de veşart heta çekdar çûyîn.

Berevankar dibêjin hêzên Iraqî bitir ji 180 hezar Kurdan kuştine li sala 1988ê di hewla Enfalê de li bakûra Iraqê.

Dîktatorê berê û şeş alîkarên wî têne dadgeh kirin bi tawanên dijî mirovanîyê, kuştin û îşkence danê.



XS
SM
MD
LG