Bi peqîna bombekê li bazareka tijî xelik li Bexda sê kes hatin kuştin li demê Iraq xwe bu cejna Remezanê amade diket.
Hêrişa roja yekşembî li bajêrê Şorce hat kirn ku tijî kiryar bîn li roja dawîya Remazanê.
Roja Eynî û Şembî serok Bush digel şîretvanêt bilind û komandarêt leşkirî pêdaçûn bi sitratêjî ya xwe bu Iraqê kir. Wî got buheye Amerîka gorankarîyê di taktîkêt xwe li Iraqê biket, lê armanc her wekî xwe dimînit.
Rojnama New York Times li ser zimanê karbidestêt Amerîkî ragehandîye ku rêveberya serok Bush liser bernivîsa pilanekê kar diket bu destnîşan kirna demekê dyarkirî bu hikometa Iraqî da jêkcudayî yêt tîreyî nehêlit û roleka mezintir di parastina welatî bibînit.