Nunerê serekî yê Neteweyên Yekgirtî bo Sudanê, Jan Pronk duşema îro piştî ku hikumeta wî welatî fermana ajotina wî deranî, ji Sudanê derket.
Peyivdarekî Neteweyên Yekgirtî dibêje Sekreterê Giştî Kofi Annan gazî Pronk kiriye ku were New Yorkê ji bo ku bi hev bi şêwirin.
Peyivdarekî Wezîrê Derve yê Sudanê dibêje nunerê Neteweyên Yekgirtî hatîye ajotin ji ber helwesta wî ya nexweş li hember hikumeta Sudan û hêzên wê yên çekdar.
Roja yekşemê Wezaretê 72 saet dabûn Pronk ji bo ku ji welatî derkeve.
Pronk heftîya buhurî li ser malpera xwe ya înternetê nivîsandibû ku serhildayan li Darfurê di du şeran de zora leşkerê Sudanê biriîye û ji ber wê jî kêfa leşker nebaş e. Wî herwisa gotibû ku Sudanê peymana aştîyê ya ku ji bo Darfur mor kiribû bi cîh nanîye.