Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi hezaran çekêt Amerîka bo hêzêt Iraqê kirîbûn berze ne


Raporteke hikumeta Amerîkî li ser kiryara avakirinevê li Iraqê dibêjit leşkerê Amerîkî nizanit çi li bi hezaran çekan hatîye, ku bo hêzêt parastina Iraqê hatibûne kirîn.

Raporteke pêdaçûnê ku Lêvekolê Giştî yê Taybet yê hikumetê belav kiribû dibêjit Wezareta Berevanîya Amerîka nizane çi li 14 hezar çeka hatîye, ji wan; debance, tifing, reşaşe û narincokhavêj.

Raport dibêje ewêt domahîya sala 2003 Pentagon buhayî 133 milyon dolaran, 370 çekêt sivik bo hêzêt Iraqê kirîbûn.

Raport dibêjit Hêzêt Hevalbendîyê li Iraqê jimara wan çekan tomar nekiribûn, jiber hindê bi zehmet e ku peyda bikin.

XS
SM
MD
LG