Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talabani xwevekêşana Amerîkayê nirxand


Serokê Îraqê Celal Talabanî gote rojnameyeke Fransî xwevekêşaneke bilez ya hêzên Amerîkî ji Îraqê dê ji herêmê ra bibîte malwêranî.

Serok Talabanî di hevpeyvîna îro li rojnameya Le Figaro da li dijî vê gavê vekêşana hêzên hevpeymanên bi rêberîya Amerîkî ji Îraqê hûşdarî da.

Wî got hêzên hevpeyman dê hingê xwe vekêşin gava ku hêzên Îraqî ji bo wergirtina berpirsîyarîya parastinê amade dibin.

Serok Talabani her wesa got hêj dikarin rê li şerrê navxweyî li Îraqê bigirin û rêberên Îraqî têdigehin ku şer çare nîne.

Talabani dê sibê ji bo yêkemîn seredana xwe ya resmî bigehîte Parîsê û çaverê tête kirin ku roja Pêncşembî bi Serokê Fransî Jacques Chirac)î ra kombît.



XS
SM
MD
LG