Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jîyana ‘‘Che’’ dikin 2 film


Derhênerê sînemayê yê Amerîkî (Steven Soderbergh) dê jîyana şoreşgerê ji Amerîka Latîn Ernesto ‘’Che Guavera’’ bikete filmê sînemayê.

Li dû peyama kovara Variety), Soderbergh dê jîyana Che Guevarayê bi eslê xwe ji Arjantînê û xebata wî ji bo Şoreşa Komunîst li Kubayê di du filman da vegêrît.

Hinermendê sînemayê yê ji Puerto Rico (Benicio Del Toro) dê di wan filman da bi zarê Che Guevara biket.

Derhêner Soderbergh û zarveker Del Toro her duyan li sala 2000ê bi filmê bi navê "Traffic" xelatên Oscarê wergirtibûn.

Ew dê li meha Gulanê li Mexico û jimareke welatên dî yên Amerîka Latîn dest bi çêkirina filmên bi navên ‘‘Arjantîn’’ û ‘‘Gerîlla’’ biken.

Ernesto Che Guevara, hevrêyê serokê Kubayê Fîdel Castro, li sala 1967ê li Bolîvyayê hatibû kuştin.

XS
SM
MD
LG