Festîvala muzîkê û folklora Iraqî îsal ji ber tundutujîya lil Iraqê li Hewlêr encam da. Beşdaran dibêjin ew dixazin nîşan bidin ku çand û kultura wan û ya Iraqîyan hevsengin. Dibêjin muzîka ku lê didan nêzî 400 salî kevn bûye.
Ev festîval sê roj berdewam bû û roja duşemê temam bû. Gelê Ereb, Kurd, Misilman û Xirîstîyan tev li vê festîvalê amade bûn.
Peyamhinêrê Dengê Amerîka Benjamin Sand ji Erbîlê raportek li ser vê festîvalê şandîye û hevkara me Hêro Zengene jibo we dixwîne. Eger hun bixwazin guh bidine vê raportê li jorê nivîsa ku dibêje 'Li raporta festîvala muzîkê ya Erbîlê guhdarî bike' bitiqîne.