Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Iraqê C. Talabanî dibêje ji vekêşanê re sê sal divêt


Li konferansekê, li Parîsê serok Talabanî got Iraqê pitir wext pê divêt da ku bi gotina wî ‘terorîstêt navnetewî’ li Iraqê bişkênin.

Wî riştî li hevalbendîya bi rêberîya Amerîka re kir ku demeke dirêjtir li Iraqê bimînin. Ne ku bîst salêt dî, belku bi tenê heta du sê salêt dî ku Iraq bişêt hêzêt xwo pêk bînit û paşî bêjîte Amerîkîyan ‘Bi xêr û silamet’.

Serê vê heftîyê Wezîrê Berevanîya Amerîka Donald Rumsfeld gotibû ku Iraqê 310 hezar hêzêt parastinê yêt hîn û fêr kirî û bi çek hene, lê got ew hêz têra piştrast kirina parastina Iraqê nakin.

Berî hilbijartinêt Kongressê yêt heftîya bêt, kêşeyeke mezin li ser pirsa hêlana hêzêt Amerîkî li Iraqê heye.


Li ser vê babetê eger bixwazî zêdetir agahdar bibî, li jor nivîsa bi rêngê şîn ku dibêje ‘Li raporta li ser daxuyanîya C. Talabanî guhdarî bike’ bitiqîne.


XS
SM
MD
LG