Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hukimê sêdare danê liser Seddam Hûsênî hate dan


Dadgeha Iraqî hukimê sêdare danê liser serokê ladayî Seddam Hûsên da bu encamdana tawanêt dijî mirovayetî.

Dadgeha bilinda Iraqî ev hukime dijî Seddamî da ji bu fermandana kuştina 148 gundîyêt Şî’e berî 24 salan, piştî bizaveka sernekeftî bu kuştina wî nizîkî bajerokî Ducêl. Demê hukimê sêdare dana wî li dadgehê hate xandin, dictatorê berî yê 69 salî vîya axaftinêt dadwerî ragirît bi axaftinêt wekî bijî Iraq û xodê mezine.

Piştî hingî, serok wezîrê Iraqê Nûrî El-Malikî gotareka televizyonî pêşkeşî welatî kir got ev hukime ne bitinê liser Seddamî ye, lê liser temama demê desthelata tarî yê wî ye.

Herwesa dadgehê hukim liser hefit karbidestêt berî yêt Iraqî dan.

Hukimê sêdare danê liser Berzan Ibrahîm El-Tikrîtî û Ewad Hamid El-Bender hate dan. Dadgehê hukimê zindanî bi dirêjîya salî biser cêgirê berîyê serokê Iraqî Teha Yassîn Remezan û 15 salêt zindanîyê biser sê karbidestêt berî yêt partîya Be’es da. Tawanbarê dumahîyê Muhemed Ezawî Eli bê guneh derkefit jiber nebuna belgehan.

XS
SM
MD
LG