Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraqê qedexeya li ser hatinûçûnê sist kir


Karbidestên Îraqî qedexeya li ser hatinûçûna xelkî sist kir.

Wan hatinûçûn berbend kiribû da rê nedene bersiveke bi zordarî ji ber hikûmkirina serokê berê Seddam Huseynî.

Hikûmeta Îraqê dibêjît qedexeya li ser hatûnûçûna bi pêyan nemaye, lê hatinûçûna otomobîlan li Bexda û 2 parêzgehên hevsînor, li Diyala û Selaheddin, dê heta spêdeya Sêşembî bidomît.

Dadgeha Bilind ya Îraqê Seddam roja Yêkşembî bi tawanên li dijî mirovanîyê bi cizayê îdamê hikûm kir ji ber fermana kuştina 148 runiştevanên Şî’e yên bajêrokê Duceyl li sala 1982yê.

Şî’eyên Îraqê bi wê biryarê xweş e, lê hindek Sunnîyan nerazîbûna xwe û piştevanîya xwe bo Seddamî dîyar kirîye.

Serok Bush ew dadgeh wek qonaxeke giring ji bo demokrasîyê û desthoilata qanûnê li Îraqê dana. Li Londonê, Serokwezîrê Brîtanyayê Tony Blair roja Duşembî got hikûmeta wî li dijî cizayê nemankirinê ye çi ji bo Seddam, çi ji bo ‘‘her kesekî dî,’’ lê got wê dadgehê dilreqîya Seddamî bi bîra mirovan înaye.

XS
SM
MD
LG