Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Iraqê 57 karmend ji kar têne derxistin


Wezareta Karûbarên Navxweyî ya Îraqê ji ber îddîayên îşkencedana girtîyan li girtîgeheke rojhilata Bexdayê, 57 karmendên xwe bi zêdegavîyên li ser mafên mirovan gunehbar diket.

Peyivdarekî wezaretê, ceneralê polîsan Evdil Kerîm Xelef, got karbidestên bilind, nobedar û karmendên sîvîl linav wan 57 bergûmanan in. Wî got ew hemî ji kar hatîne derêxistin û dê bêne dadgeh kirin.

Ji alîyê dî ve, leşkerê Amerîka dibêjît hêzên hevpeymanan îro li bajêrokê Beycî du terorîstên bergûman kuştîne, du jî girtîne.

Leşker dibêjît serbazekî Amerîkî ji ber birînên ji peqîyana bombeyeke lêva rê roja duşembî li Bexdayê mirîye. Wezareta Berevanîyê ya Brîtanyayê ragehand ku serbazekî Brîtanî jî di êrişeke serhildayan roja duşembî li ser bingeheke leşkerî li Basrayê da hatîye kuştin.

Îraqê îro qedexeya ser hatinûçûnê li paytext û du wîlayetan rakir û balefirgeha Bexdayê vekir. Karbidestan hatinûçûna xelkî berbend kiribû da rê nedene zebrûzordarîya ji ber ragehandina hukmê Seddam Huseynî.

XS
SM
MD
LG