Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tony Blair ji Îran û Sûrî alîkarîyê dixwaze


Serokwezîrê Brîtanya Tony Blair daxwaza danûstendina diket digel Îranê û Sûrîya bo bidomahî înana kuştinkarîyên li Iraqê.

Di gotareke xwe de duhî li ser rêbaza derve rêzdar Blairî got divîya stratejîyeke giştî li rojhilata naverast zêdegavîyan li Iraqê bi domahî bînit û şerê terorîzma cîhanî biket û got bersiva li ser pirsa Iraqê ne hemî li ser Iraqê bixwe radiwestît belê li ser derve ye jî û li hemî deverê ye ku divîya reh û rîşalê terorîzma cîhanî bêne peyda kirin.

Blairî got divîya huşdarî bidine Îran û Sûrîya ku dê encamêt xirab hebin heke hevkarîyê nekin û got divîya Îran bernama xwe ya navokî rabigrît û divîya herdu welat li dijî terorîzmê rawestin.

XS
SM
MD
LG