Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bexda di êrîşên cûda de 15 Iraqî hatin kuştin


Polîsên Iraqê dibêje bi kêmîve 15 kes pêncşema îro li Bexda di êrîşên cuda cuda de hatine kuştin.

Di êrîşeke herî xwînrêj de neh kes hatin kuştin û diduên din jî birîndar bûn dema ku çekdar gulle berdan nanpêjekê li devera Zeyuna ya ku ji alî olan ve tevlihev e li rojhilata Bexda. Tevî du polîsan şeş kes jî di êrîşên din de li dora paytexta Iraqê hatine kuştin.

Di van heftîyên dawî de, her ku hêzên Amerîkî û Iraqî dikin ku wê xwîn rijandinê rawestînin jî, li Bexda bi sedan kes bi êrîşên tîreyî û yên xirabkaran hatine kuştin.

Di vê navê de peyivdarê Wezareta Xwendina Bilind ya Iraqê Bazil El Katib dibêje revînkarên ku roja sêşemê komek kesan ji avahîya hikumetê revandibûn hin ji wan rehîneyan îşkence kirine û hin ji wan jî kuştine.

Peyivdarî li ser gotinên wan 70 rehîneyên ku di nav du rojên dawî de hatibûne berdan di peyivî.

Hemu jimara kesên ku hatibûn revandin ne dîyar e û wisa şik tê kirin ku revînkar milîsên Şî’e bin.

XS
SM
MD
LG