Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêrişêt xirapkara li Iraqê berdewamin


Karbidestêt parastina Iraqê dibêjin xirapkaran jimareka hêrişa li seranserî welatî encam dan.

Polîsê ragehand ku bi kêmî 22 kes hatin kuştin û 44 kesêt dî birîndar bun li hêrişeka xwekujî bu ser karkerêt avakirnevê li bajerokê Hille yê Şî’a.

Piştî hingî, bi kêmî pênc kes li sê peqîna li taxekê Şî’a li Bexda hatin kuştin. Hêrişêt dî yêt xwînavî li herêmêt dî yêt Iraqê çêbun.

Herwesa hêrişêt xirapkara li beşêt dî yêt welatî hatin kirn.

Li beroka syasî, wezareta derve ya Iraqê ragehand ku wezîrê derve yê Surî seredana Iraqê diket.

XS
SM
MD
LG