Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

‘‘Serkeftin kêm e li xebata li dijî afyona ji Afxanîstanê’’


Navenda xebata li dijî bang an dermanên bêhişkirinê ya Neteweyên Yêkgirtî û Banqeya Cîhanî dibêjin serkeftina xebata li dijî derhînana afyonê ji Afxanîstanê sînordar e.

Ew dibêjin serkeftin kêm e ji ber ku rêberîya wê qaçaxçîtîyê komeke bihêz ya bazirganên bi têkilîyên sîyasî diket.

Raporta wan rêkxistîyan ya hevbeş ya îro dibêjît di rêya wê xebata li dijî wan dermanên bêhişkirinê da dizî, nerêkî û gendelî asteng in.

Karbidestekî Banqeya Cîhanî William Byrd dibêjît kesên ku afyonê dertînin bi bertîlan ji ciza difilitin û armanca xebata hikûmetê hejar in û nikarîye rê li çandin û derhînana afyonê bigirît.

Navenda Neteweyên Yêkgirtî dibêjît berhemê afyonê îsal heta 59 ji 100ê ji ya par zêdetir e û giheştîye 6 hezar û 100 tonan.

XS
SM
MD
LG