Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şarezayên NY dibêjin ‘‘Seddamî îdam neken’’


Şarezayên Neteweyên Yêkgirtî dibêjin di yêkemîn dadgeha li dijî serokê berê yê Îraqê Seddam Huseynî da kêmasî hebûn, û divêt cizayê îdamê nehête bicih înan.

Komîteya li ser girtîtîya neqanûnî ji Cıvata Mafên Mirovan ya Neteweyên Yêkgirtî dibêjît ew doza ji ber kuştina xelkê bajêrokê Duceylê li sala 1982yê negiheştîye pîvanên navneteweyî. Ew dibêjît ew dadgeha Îraqê ne li dû pîvanên bingehîn yên dadgeheke rewa bû, lewma divêt biryara wê nehête bicih înan.

Seddam niha li doza duwem tête dadgeh kirin ji ber kiryara leşkerî ya li salên 1980yan li dijî Kurdan. Dozger dibêjin li demê Enfalê nêzîkî 180 hezar mirovan hatîne kuştin.

Kurdekî xort roja Duşembî gote dadgehê hêzên Îraqî xelk lêva çalan kom kir û ew dane ber tifengan.

Teymor Ebdullahî got dayika wî û xwîşkên wî linav wêçalê li pêş çavên wî hatine kuştin, ew bi xwe ji wî gorê giştî birîndar hate der û revî.

XS
SM
MD
LG