Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bush diçe Urdunê da digel Melîk Abdullah û Malîkî kom bibe


Serok Bush çarşema îro li Ammanê bi serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malîkî û bi Melîkê Urdunê Melîk Abdullah re kom dibe da ku li ser çareyên bo rawestandina tundûtûjîya li Iraqê bipeyivin.

Rêzdar Bushê ku piştî kombûna NATOyê li Latvia bi seredan diçe Urdunê dibêje terorîstên El Qaîde dixwazin tîreyên Iraqê li hev sor bikin da ku tundûtûjî zêde bibe û got ew dixwaze li serokwezîr Malikî guhdarî bike ka gelo plana wî ya ji bo ji nûve bicîh anîna asayîşê çi ye.

Serok dibêje ew dê herwisa li ser bizava Amerîka bipeyivin bo destveguhestin û derbaz kirina desthilatê bo hêzên tenahîya Iraqê û berpirsyarîya netewên din di mesela tenahîya Iraqê de.

Rêzdar Bush dibêje ew dê hêzên Amerîka ji Iraqê venekişînin heta ku wezîfa wan temam be ku ev jî bi gotina wî tê wê maneyê ku lazime Iraq karibe xwe biparêze û herwisa nehêle ev welat weke bingeheke terorîstanê bê bikaranîn.


Di vê navê de rojnameya New York Times radigihîne ku Şêwirmendê Tenahîya Netewî yê rêzdar Bush xema xwe dîyar kiriye di derbarê bikêrhatîbûna serokwezîrê Iraqê de li ser hikum kirin û kontrol kirinê.

XS
SM
MD
LG