Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bexda peqîn berdewamin


Karbidestêt Iraqî dibêjin li sê peqînêt otombîla li Bexda bi kêmî 40 kes hatin kuştin û 80 kesêt dî birîndar bun. Dîtevan dibêjin bi kêmî du peqînêt dî li bazareka Bexda çêbun.

Herwesa destheladara ragehand ku çekdara karbidestekê wezareta navxweyî li taxê Cedîde li Bexda kuşt. Çekdara herwesa hêriş kire ser rêwresmeka behîyê li bajerokê Xalis û du Şî’e kuştin.

Ji layekê dîve, leşkirê Amerîkî ragehand ku hêzêt Amerîkî û Iraqî operasyoneka hevpêk dijî xaneyêt xirapkara li Beqube dest pêkir.

Li beroka syasî, we çaverê dête kirn Abdul Ezîz El-Hekîm, serokê Civata Bilind bu Şoreşa Islamî li Iraqê, roja duşembî li Waşinton digel seork Bush kom bibît.

XS
SM
MD
LG