Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepîşadan li Lubnanê berdewame


Bi sedan hizar piştevanêt Hizbullah li paytextê Lubnanî kom bune û daxaza dest likar vekêşana hikumetê diken.

Piştevanêt opozisyonê ewêt roja yekê heyva 12 xwepîşadanê li Beyrutê saz diken û soz daye ku her berdewam bin heta serok wezîr Fuad Sinyore bi daxaza wan bu pêkînana hikumeta yeketîya niştîmanî razî dibit.

Birêz Sinyore roja yekşembî dîsa got ku divêt dan û standin hebin, lê pêdana ku ew dest li karî venakêşît.

Ji layê xwe, Pope Benedict roja yekşembî daxaz ji rêberêt syasî yêt Lubnanê kir da yek bigrin. Wî herwesa daxaz ji civaka nêvneteweyî kir da alîkarîya Lubnanê biken.

XS
SM
MD
LG