Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bexda û Şamê balyozxane vekirin


Surîye û Îraqê piştî 20 salan roja Duşembî ji nû ve balyozxane li paytextên hevûdu vekirin.

Her du welat meha bihorî pêkhatin ku peywendîyên dîplomatîk çêbiken ku ji ber piştevanîya Surîyê bo Îranê li demê şerrê linav Îraq û Îranê li salên 1980yan têkçûbûn.

Li Bexdayê, di peqîyaneke roja Duşembî da polîsek û mirovekî dî hatine kuştin.

Polîsê Îraqê dibêjît komeke çekdarên bi cilûbergên leşkerê Îraqê lorîyeke veguhastina pareyan bo Banqeya Navendî li Bexdayê şelandîye, milyoneke dolaran jê birîne û çar nobedarên wê jî revandîne.

Leşkerê Amerîka dibêjît helîkoptereke wku 21 kes têda bûn roja Duşembî bi tengavî li parêzgeha Anbar nişîyaye û 18 kes birîndar bûyne. Leşker dibêjît wê dîyar nîne ku ew helîkopter ji ber kiryareke neyarî nişîyaye.

Surîye û Îraqê di paş 20 salan roja Duşembî ji nû ve balyozxane li paytextên hevûdu vekirin.

Her du welat meha bihorî pêkhatin ku peywendîyên dîplomatîk çêbiken ku ji ber piştevanîya Surîyê bo Îranê li demê şerrê linav Îraq û Îranê li salên 1980yan têkçûbûn.

Li Bexdayê, di peqîyaneke roja Duşembî da polîsek û mirovekî dî hatine kuştin.

Polîsê Îraqê dibêjît komeke çekdarên bi cilûbergên leşkerê Îraqê lorîyeke veguhastina pareyan bo Banqeya Navendî li Bexdayê şelandîye, milyoneke dolaran jê birîne û çar nobedarên wê jî revandîne.

Leşkerê Amerîka dibêjît helîkoptereke hêzên Marin ya ku 21 kes têda bûn roja Duşembî bi tengavî li parêzgeha Anbar nişîyaye û 18 kes birîndar bûyne. Leşker dibêjît wê dîyar nîne ku ew helîkopter ji ber kiryareke neyarî nişîyaye.

Leşkerê Amerîka dibêjît roja Yêkşembî li Bexdayê çar serbazên Amerîkî bi bombeyên lêva rê hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG